Li Brukselê êrîşên dagirker, DYE û NATO hatin protestokirin
Şerê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dike û polîtîkaya DYE û NATO’yê li pêşiya Balyozxaneya DYE ya li Brukselê hate protestokirin.
Şerê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dike û polîtîkaya DYE û NATO’yê li pêşiya Balyozxaneya DYE ya li Brukselê hate protestokirin.
NAV-BEL jî di nav de gelek saziyan piştgirî dan çalakiyê. Çalakî saet di 11.00’an de dest pê kir.
Di çalakiyê de pankartên ‘NATO û DYE ji Kurdistanê vekişin’ û ‘Êdî bes e ji dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst’ re, flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên Rojava û TJK-E hatin hildan.
Di çalakiyê de biryara DYE ya ji bo girtina kadroyên pêşêng ên PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan hatibû dayîn jî hate protestokirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê, Avaşîn, Zap û Metînayê jî hate şermezarkirin.
Li ser navê NAV-BEL’ê Davût Keskîn axivî û bal kişand ser berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk. Keskîn bêdengiya DYE û welatên rojava jî şermezar kir.
Nûnerekî Rêxistina Na Ji Şer Re diyar kir ku sûcên DYE û NATO’yê ne bi tenê Kurdistanê bandorê li hemû Rojhilata Navîn dike û peyam da ku ew piştgiriya gelê Kurd dike.
Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk, Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê û HBDH’ê jî axaftin hate kirin.
Di çalakiyê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Vîva Ocalan’ hate berzkirin.