Starta çalakiya rûniştinê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk ên Ewropa (KCDK-E) ve bi dirûşma ‘Her der Avaşîn, Metîna û Zap; Dem dama Azadiyê ye’ 12’ê Gulanê hatibû destpêkirin.
Ev çalakî li qada ku ‘Nobeda Azadiyê’ ya 9 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî dom dike, hatiye destpêkirin.
Koma ku çalakî di hefteya 4’an de dewr girtin, dowîz û wêneyên gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hildan û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.
Li ser navê komê Tahsîn Amed axivî û diyar kir ku ew vê hefteyê li ser navê CD-Swîsre çalakiyê dewr digirin.
Amed got: “Heta êrîşên li ser qadên gerîla neraweste û Rêbertiya me azad nebe, em ê tim liqadan bin.
Amed diyar kir ku dixwazin saziyên Ewropa dengên wan bibihîsin.
Kom wê çalakiyê hefteyekê bidomîne. Di nava hefteyê de çalakiyên cihê bike. Di bernameya 31’ê Gulanê de semînera li ser ‘Hevjiyana azad’ hebû.