Çalakiya rûniştinê ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk ên Ewropa (KCDK-E) ve bi dirûşma ‘Her der Avaşîn, Metîna û Zap; Dem dama Azadiyê ye’ 12’ê Gulanê hatibû destpêkirin, di hefteya 4’an de didome.
Çalakiya ku aktivîstên TJK-E û CDK-S ên ji Swîsreyê hatibûn dewir girtin, dosyaya berfireh a ji aliyê KCDK-E’yê ve têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrşên girker ên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd hatibû amadekirin dan nûnerên herdemî yên welatên endamên KE’yê.
Di nava rojê de dosya dan nûnerên herdemî yên Macaristan, Danîmarka, Noveç, Swêd, Îtalya, Fînlandiya û Lîtvanya.
Di çalakiya li pêşiya KE’yê de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîsa dowîzên bi nivîsên’ Ji Ocalan re azadî’ hatin hildan. Çalakvana welatên endamên YE’yê yên li ber êrîşên dewleta Tirk bêdengin pişta xwe dan wan û ew protesto kirin.
Aktivîstên TJK-E’yê li Homme de Fer a rawestgeha tramvay digihêjin hev çalakî kirin. Jinan li gel hildana posterê Ocalan wêneyên yên di êrîşên dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbûn li ser ‘Zarokên me ne’ hildabûn.
Di hefteya 4’an de jî bi çalakiyên cuda biryara DYE’yê ya li ser rêveberên Tevgera Azadiya Kurd hatin protestokirin.
Ji bo çalakiya ku wê 2’yê Gulanê saet 13:00’an li pêşiya KE’yê bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê ya xurt hate kirin.
Çalakiya rûniştinê ya 12’ê Gulanê li Strasboûrg a Fransa hatibû destpêkirin, wê roja Înê 4’ê Gulanê dawî bibe.