Li hemberî êrîşên dagirker li Hambûrgê meşek hate kirin
Li Hambûrgê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk meşek hate kirin. Di meşê de xwedî li berxwedana gerîlayan û HDP’ê hate derketin.
Li Hambûrgê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk meşek hate kirin. Di meşê de xwedî li berxwedana gerîlayan û HDP’ê hate derketin.
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê li hemberî êrîşên dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji bo xwedîlêderketina HDP’ê meşek hate kirin.
Meş ji du milan ve hate kirin. Milê yekemîn li pêşiya Konsolosxaneya Tirk meşiya û milê duyemîn jî li Gansemarkê meşiya. Pişre her du mil gihiştin hev ber bi Sternschanzeyê meşiyan.
Di meşê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin û xwedî li berxwedana gerîla hate derketin.
Di çalakiyê de terora dewletê ya li ser HDP’ê jî hate şermezarkirin û alayên HDP’ê hatin hildan.
Meş bi sloganên ‘Kurdistan wê ji faşîstan re bibe goristan’ domiya û bi mîtînga li Sternschanzeyê bi govendê bi dawî bû.