Êrişên dagirkeriyê yên Tirk li Lîmasolê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Lîmasolê yê Qibrisê ji aliyê Kurdan ve hatin şermezarkirin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Lîmasolê yê Qibrisê ji aliyê Kurdan ve hatin şermezarkirin.
Çalakî li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Lîmasolê dest pê kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê çalakger ber bi Parka Molosê ve meşiyan.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ û TJK-E'yê hildan.
Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujer dewleta Tirk", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Li Parka Molosê siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi bahaneya PKK'ê êrişî destketiyên Kurdan hemûyan dike.
Lezgîn Serhat got, "Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî derbê li dagirkeran dixin. Gelê Kurd û dostên wan neçar in ku hêjayî vê berxwedana dîrokî bin."
Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.