NCDK'yên li Swêd û Skandînavyayê kongreyên xwe li dar xistin

NCDK a Swêdê kongreya xwe ya 11'an û NCDK a Skandînaviya kongreya xwe ya 2 hemîn li dar xistin

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêd (NCDK-Swêd) Îro bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan li bajarê Stockholm kongreya xwe ya yazdehemîn li dar xist.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, Dîwan hat hibijartin

Piştî ku Ayşe Goktepe, Yüksel Koç û Nîmet Sevîm ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin.

Yüksel Koç şerê gerîla di herêmên Parastina Medya û lehengîya gerîla berz nirxanid û gut her der Zap, metîna û Avaşîne!

Piştî axaftina Koç, rapora li ser kar û çalakiyê salekê hat xwendin û nirxandin. Dûre delegeyan mafê axaftinê girtin û gotin, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, çalakî berdewame û xebateke xurt û bi serketî heye.

Dûre hilbijartina kordînasîonên Skandînaviya hatkirin û ji bo komîsyonên aborî, ciwan, malbatên şehîdan, parçeyçan, jin, edalet, Kurdên Anatoliya Navîn, rêxistinbûn, çand û hunerê kordînasîon hatin hilbijartin. Nadiya Salih û Hemîd Biten jî weke hevserok hatin hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qediya.