Li Rennesê ji bo Şehîd Sînan Dêrsim tûrnûwaya ciwanan hate lidarxistin

Li bajarê Rennesê yê Fransayê Meclîsa Ciwanan a Bretonyayê Tûrnûwaya Ciwanan a Şehîd Sînan Dêrsim li dar xist.

Tûrnûwa bi rêzgirtina di şexsê şehîdên meha Gulanê û Sînan Dêrsim de ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê hate destpêkirin. Di tûrnûwayê de êrîşên dagirker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

8 tîm tevlî tûrnûwayayê bûn. Di tûrnûwayê de Amedspor kûpaya yekemînbûnê û koma Engîn Sîncer Nantesê jî kûpaya centîlmeniyê qezenc kir.

Tûrnûwa bi govend û sloganan bi dawî bû.