Greva li Yewnanistanê koma 30’î dewir girt
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li Yewnanistanê hatibû destpêkirin, koma 30’î dewir girt.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li Yewnanistanê hatibû destpêkirin, koma 30’î dewir girt.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê hatibû destpêkirin koma 30’î dewir girt. Çalakî di roja 146’an de didome.
Di daxuyaniya li ser navê komê hate kirin de berxwedana gerîla silav kirin, bang hate kirin ku her kes li dorî berxwedana Îmralî û gerîla bibin yek û ev got: “Serketina herî mezin wê bibe hilweşandina tecrîda li Îmralî.
Aktivîstê Aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali jî tevlî çalakiyê bû û banga piştevaniyê kir.