Li Brotonyayê bi deh hezaran kes ji bo zimanê dayikê meşiyan

Li bajarê Guingampê yê li rojavayê Fransayê, bi deh hezaran kes ji bo zimanê Brotonî meşiyan.

Bi deh hezaran kes danê nîvro li gar a trenê ya bajarê Guingampê li hev civiyan.

Beriya meşê axaftin hate kirin û hate ragihandin, ku biryareke dema nêz a Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ya ku hînbûna berfireh a zimanên herêmî 'li dijî destûra bingehîn' dibîne, nayê qebûlkirin û ji bo zimanê Brotonî li her qada jiyanê bê bikaranîn, ji bo her kes bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin divê guhertinên qanûnî bên kirin û ziman bê ewlekirin.

Di çalakiyê de şervanê Fransî yê bi eslê xwe Broton Olivier le Clainche (Kendal Breizh) jî hate bîranîn ku 10'ê Sibata 2018'an li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû. Çalakgeran, têkoşîna Kendal Breizh a beriya şehîd bibe ji bo pêşvebirina zimanê Broton bi bîr anîn.

Di meşê de ku gelek partiyên siyasî û sazî bi rengê xwe tevlî bûn, Kurdistaniyan jî belavokên bi Fransî yên CDK-F'ê belav kirin ku li dijî polîtîkayên qirkirinê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd hatibûn amadekirin.

Di çalakiyê de li navenda bajêr dirûşmên bi Brotonî û Fransî hatin qîrîn û li ber muzîka bi Brotonî govend hate gerandin.