Ji bo windayan li Brûkselê çalakî hate kirin

Di çarçoveya 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirinên dema Destgîrkirinê ya Navneteweyî de, li paytexta Belçîka Brûkselê çalakiyek hate kirin.

Li paytexta Belçîka di çarçoveya Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirinên dema Destgîrkirinê ya Navneteweyî de, çalakiyek hate kirin.

Girseya ku li ser banga Însiyatîfa Dayikên Şemiyê hatin ba hev, bal kişandin ser hefteya 844’an a Dayikên Şemiyê.

Di çalakiyê de hate gotin ku li Tirkiyeyê 17 hezar kes dema destgîrkirî hatine windakirin, daxwaz hate kirin ku winda bên dîtin, berpirs jî tavilê bên darezandin.

Rêxistina Alîkariyê ya Sor û Îtifqa Parastina Heq û Azadiyê ya Navneteweyî (AIDL) jî destek dan çalakiyê.

Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan, hate gotin ku welatên Ewropa li ber van windayan bêdeng in.