TJK-E û KCDK-E'yê daxuyaniyeke hevpar weşandin û ragihandin ku 2'ê Hezîranê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê wê meşeke girseyî li dar bixin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker, li hemberî bêdengiya Konseya Ewropayê û biryara DYE'yê ya li dijî gelê Kurd û pêşengên wê, em ê 2'ê Hezîranê çalakiyê bikin."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çalakiya rûniştinê ya bi heman armancê 11'ê Gulanê li Strasbourgê dest pê kir, di hefteya çaremîn de ye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Meş wê bi Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) pêk were û bi dirûşma 'Her der Avaşîn, her der Zap, her der Metîna. Dem dema azadiyê ye' ji ber Konseya Ewropayê dest pê bike û li ber Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê bi mîtîngekê bi dawî bibe."
Di daxuyaniyê de işaret bi êrişên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û bang li gelê Kurd ê welatparêz, dostên Ewropî, mirovahiya rewşenbîr, şoreşger û demokrat hate kirin ku 2'ê Hezîranê seferber bibin.
Li gorî daxuyaniyê, meş wê 2'ê Hezîranê saet di 12:00 de li Avenue de L'Europe, 67000 Strasbourgê dest pê bike.