HBDH'ê ji bo çalakiya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir
HBDH Ewropayê bang kir û got, "Ji bo pêşî li êrişan bê girtin, em bang li gelên xwe dikin ku 2'ê Hezîranê li Strasbourgê tevlî xwepêşandana li ber Konsolosxaneya DYE'yê bibin."
HBDH Ewropayê bang kir û got, "Ji bo pêşî li êrişan bê girtin, em bang li gelên xwe dikin ku 2'ê Hezîranê li Strasbourgê tevlî xwepêşandana li ber Konsolosxaneya DYE'yê bibin."
Daxuyaniya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Ewropa wiha ye: "Faşîzma Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Li welêt, zext û tundiya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan û li hemû girtîgehan dewam dike.
Tecrîd û êşkence êdî weke rewşeke asayî tê dîtin. Hêzên azadiyê yên li qada gerîla, bi rengekî fedayî li ber êrişên hevpar ên dewletên emperyalîst radibin. Em zanin ku li pişt van êrişan DYE û dewletên Yekîtiya Ewropayê hene. Dewletên Ewropayê li pişt artêşa Tirk a êrişkar e, destekê didin. Erdogan ê faşîst, bi hêza ji DYE û Yekîtiya Ewropayê werdigire, hem li derveyî welat hem jî li nava welat êrişên xwe dewam dike.
Di van êrişan de bi qasî Erdogan ê faşîst û derdora wê, para dewletên Ewropayê jî heye. Hevparê sûcên şer ên faşîzma Tirk e. NATO rêveberê van êrişan e. NATO ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tê wateya mirinê.
Ji ber vê yekê jî, ji bo pêşî li van êrişan bê girtin em bang li gelên xwe hemûyan dikin ku 2'ê Hezîranê li Strasbourgê li pêşiya Konsolosxaneya Ewropayê çalakiya şermezarkirinê bike.
Em ê li ber sûcên artêşa Tirk û welatên emperyalîst rabin. Bi ruhê seferberiyê û mîrateya berxwedanê em ê li wir bin."