Li Parîsê tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li Parîsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin.
Li Parîsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin.
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin.
Çalakiyaî ku ji aliyê TJK-F û CDK-F’yê hate organîzekirin li Qada Repûblîqûeyê hate destpêkirin. Di çalakiyê de posterê ‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’, alayên YPG û YPJ’ê û pankartên ‘Bijî berxwedana gerîla’ hate hildan.
Di meşê de belavokên bi Fransî hate belavkirin. Meş li Qada Stalîngradê bi dawî bû. Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna şoreşê, Necmettîn Demîralp li ser navê CDK-F’yê axivî û got “Roj roja azadkirina Rêbertiya me ye. Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê li qadan bin.”
Çalakî bi sloganan bi dawî bû.