Li Bordeaûxê êrîşên dagirker hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên ku dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê dike, li Bordeaûxê hate protestokirin.

Li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê êrîşên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.

Di çalakiyê de belavoka bi Fransî hate xwendin.

Endameke NPA (Noûveaû Partî Antî Capîtalîst) di çalakiyê de êrîşa ku dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê dike, şermezar kir û xwest bila êrîş bi dawî bibin.

Çalakî bi sloganên ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ û ‘Em berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê silav dikin’ bi dawî bû.