Koma ji Bonnê Nobeta Azadiyê dewr wergirt
Koma ji bajarê Bonnê ya Elmanyayê hat çalakiya Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê wergirt.
Koma ji bajarê Bonnê ya Elmanyayê hat çalakiya Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrgê wergirt.
Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin. Çalakî di hefteya 467’an de didome.
Her hefte Kurd û dostên wan ên li Ewropayê tên nobetê werdigirin. Vê hefteyê jî koma ji bajarê Bonnê ya Elmanyayê hat çalakiya nobetê wergirt. Di vê komê de Fadîle Ehmed, Fatma Mallanasan, Necmettîn Kaçar û Gulay Kaçar cih digirin.
Fadîle Ehmed li ser navê komê daxuyanî da û got “Em bi vê çalakiyê re dixwazin Ewropa piştgiriyê nede kirinên dermirovî yên li ser Rêbertiya me û polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd.“
Ehmed got “Tecrîda giran a li ser Rêbertiya me û şerê li dijî gelê me paralel dimeşe. Di çareseriya doza Kurdan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekane mûxatab e. Em bang li Ewropayê dikin ku ji bo hevdîtinên bi Ocalan re pêk were, bila zextan li Tirkiyeyê bikin.”
Ehmed diyar kir ku sedema sereke ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî qirkirina Kurdan e û got “Di vê pêvajoyê de divê hemû Kurd xwedî li Rêber Apo û têkoşîna dîrokî ya gerîlayan derkevin. Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî divê em zextan li partiyên Kurdan bikin.”
Li qada Nobeta Azadiyê ya ku her roj ji saet 07.30 heta 16.30’an didome, TJK-E û KCDK-E’yê jî di 12’ê Gulanê de di çarçoveya pêngava ‘Li hemberî tecrîd û qirkirinê, her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye’ de çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Çalakiya rûniştinê wê çar hefteyan bidome û koma dawîn wê di 31’ê Gulanê de ji Swîsreyê were.