Li welatê Katalan berxwedana gerîla hate silavkirin
Li bajarên Barcelona, Lleîda û Valencîayê, ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Barcelona, Lleîda û Valencîayê, ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê çalakî hatin lidarxistin.
Berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, li welatê Katalan bi çalakiyan hate silavkirin.
Li bajarê Barcelonayê, bi pêşengiya Komîteya Berxwedana Enternasyonalîst (CRI) li pêşiya nûnertiya hikumeta Spanyayê çalakî hate lidarxistin.
Çalakiya li bajarê Lleîdayê jî ji aliyê saziyên Ponent amb Kurdistan û WDR ve li pêşiya Şaredariya Bajêr pêk hat.
Koma bi navê Lêgerîna Azadî jî li bajarê Valencîayê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabû.
Li her sê bajaran daxuyanî hatin dayin û bi qîrîna dirûşman piştgirî ji berxwedana gerîla re hate dayin.
Çalakiya li Lleîdayê bi gerandina govendê bi dawî bû.
Li bajarê Murcîayê jî bi heman armancê pankart hatin amadekirin.