Kurdên li Rûsyayê banga xwedîderketinê li berxwedana gerîla kirin
Kurdên li Saratov a Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê protesto kirin, banga xwedîderketinê li berxwedana gerîla kirin.
Kurdên li Saratov a Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê protesto kirin, banga xwedîderketinê li berxwedana gerîla kirin.
Kurdistaniyên li gundê Kîmonîno yê navçeya Dergeçî ya herêma Satarov a Rûsyayê dijîn, bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kirin.
Li ser navê Meclîsa Kurd a navçeya Dergacî Îsmaîl Yûsûpovu daxuyanî da. Yûsûpovu diyar kir ku xeta xiyanetê ji dîrokê û vir ve tim zerer dye Tevgera Azadiya Kurd, destnîşan kir ku bi saya vê xetê dijminên Kurdan polîtîkayên îmha û înkarê pêk anîne.
Yûsûpovo bal kişand ser rola vê xeta ya di komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman heta hêza parastina Kurdan gerîla hebe, wê hemû hewldan bê valaderxistin.”
Herî dawî Yûsûpovo bang li gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe çêbike, destekê bide gerîla û li dijî xeta xiyanetê ya PDK’ê bikevin nava tevgerê.