Li Berlînê standa 'Em Rêbertî dixwînin'

Li paytexta Elmanya Berlînê JXK'ê di çarçoveya kampanya "Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e" standeke agahdarkirinê bi navê "Em Rêbertî dixwînin" danî.

Li paytexta Elmanya Berlînê li Leopoldplatzê doh saet di 18:00 de Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) di çarçoveya kampanya "Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e" standa agahdarkirinê ya bi navê "Em Rêbertî dixwînin" danîn.

Li standê, versiyona Elmanî ya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, axaftin û nivîsên Abdullah Ocalan hatin nasandin.

Jin ên ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd belavok belav kirin û ji bo ji Neteweyên Yekbûyî re bişînin îmze kom kirin.