Endamên Heyeta Aştiyê yên ji Swêdê, kiryarên PDK'ê şermezar kirin
Endamên Heyeta Aştiyê yên ji Swêdê çûn Başûrê Kurdistanê, lê ji aliyê PDK'ê ve hatin vegerandin, bi daxuyaniyekê kiryarên PDK'ê û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Endamên Heyeta Aştiyê yên ji Swêdê çûn Başûrê Kurdistanê, lê ji aliyê PDK'ê ve hatin vegerandin, bi daxuyaniyekê kiryarên PDK'ê û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê (NCDK-Swêd), endamên Heyeta Aştiyê ya ji Swêdê ku ji Hewlêrê hatin vegerandin û komek ji Kurdistaniyan li paytexta Swêd Stockholmê li hev civiyan.
Çalakî doh êvarê li meydana Sergesltorgetê pêk hat û daxuyaniyek hate dayin.
Hevseroka NCDK-Swêd Nadiya Salih destpêkê axivî û got, "Li ser navê Kurdan lêborînê ji wan kesên biyanî dixwazim ku ji bo rawestandina şer çûbûn ser xaka beşek ji welatê me, lê ji aliyê hin Kurdan ve bi rengekî dijminane hatin pêşwazîkirin û vegerandin."
Serokê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re Benny Gustafsson jî anî ziman ku ew bi dilekî germ çûn Herêma Kurdistanê û got, "Kurd li ber dilê me mirovên dilsoz û mêvanperwer in. Lê mixabin li Başûrê Kurdistanê em bi rengekî nebaş hatin pêşwazîkirin. Ji me re gotin, 'hûn terorîst û hov in'."
Benny Gustafsson diyar kir ku wan ti carî bawer nedikir ji aliyê Kurdan ve nêzîkatiyeke bi vî rengî li wan bê kirin û got, "Lê belê em ê piştgiriya xwe ya bi gerîla û têkoşîna azadiyê dewam bikin, zêdetir bikin."
Yek ji endamên Heyeta Aştiyê Carolina Farraj jî got, "Gelo çawa dibe ku mirovek biyanî ji bo Kurdan bixebite, têbikoşe, lê belê nêzîkatiyeke wiha neyînî lê bê kirin."
Carolina Farraj bi bîr xist ku ew ji bo aştiyê, ji bo pêşîgirtina li şer çûn û destnîşan kir ku yên li pêşiya wan bûn asteng nikarin ji xwe re bêjin ku ew Kurd in, divê ji dostaniya xwe ya bi dewleta Tirk re şerm bikin.
Endama Partiya Çep a Swêdê Yekbûn Alp jî got, "Birêz Mesûd Barzanî xwe weke serokekî Kurdan, weke serkirdeyekî bi nav dike, lê kiryarên wî berevajî vê yekê ne. Eger tu xwe weke serokekî bi nav dike, divê tu wisa jî tevbigere."
Hevserokê NCDK-Swêdê Hemîd Bîten jî got, "Em bang li tevahiya hêzên Kurd dikin ku dem dema yekgirtin û yekrêziyê ye."
Di dawiya çalakiyê de Dr. Abbas Mensûran axivî û berxwedêrên gelê Kurd ên ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin, silav kir.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî yekîtiya gelê Kurd", "Bimire xiyanetkar û hevkarên dewleta Tirk a faşîst", "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.