Astengkirina Heyeta Aştiyê di rojeva meclîsa Elman de ye

Partiya Çep, astengkirina heyeta aştiyê ji aliyê polîsan ve, xiste rojeva Meclîsa Federal a Elman.

Ji bo balê bikişînin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, ji bo pêşî li şerekî gengaz ê navbera hêzên Kurdan bigirin û tevkariyê li aştiyê bikin, çend roj berê ji gelek welatên Ewropayê siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan, rojnamevan û aktîvîstan berê xwe dabûn Hewlêrê.

Endama Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansu Ozdemir jî di nav de heyeta ji 27 kesî ku roja Şemiyê xwest ji Dusseldorfê biçe Hewlêrê, ji aliyê polîsê Elman ve bi rengekî nehiqûqî hatibûn astengkirin. Partiya Çep, astengkirina heyeta aştiyê û qedexekirina derketina derve ya 17 aktîvîstan xist rojeva Meclîsa Federal.

GELO AGAHÎ JI TIRKIYEYÊ HATE WERGIRTIN?

Pêşnûme pirs ji aliyê Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût ve hate amadekirin û ji hikumeta bi serokwezaretiya Angela Merkel ev pirs hate kirin, "Hûn astengkirina heyeta aştiyê çawa dinirxînin?" Di pêşnûmeyê de her wiha hate pirsîn ku di dema astengkirinê de yekîneyên dewleta Elman agahî ji Tirkiyeyê standin an na û daristanên hatin şewitandin, gundên hatin valakirin ên li Başûrê Kurdistanê hatin bibîrxistin.

Tê payin ku hefteya bê bersiv ji pêşnûme pirsê re bê dayin. Parlamentera Akbûlût li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û bi rengekî tund astengkirina heyeta aştiyê rexne kir. Akbûlût diyar kir ku gav bi gav baştir tê dîtin ku meqamên Elman li gorî berjewendiyên rejîma Erdogan tevdigerin û got, "Ji bo şerê li dijî hiqûqa navneteweyî yê Tirkiyeyê li nava raya giştî ya Elman neyê bihîstin, destûr neda vê heyeta aştiyê. Lê diyar e ku bala raya giştî hîn bêhtir biriye ser şer."

HENNIG: EM Ê DEST JI BÛYERÊ BERNEDIN

Hevseroka Partiya Çep Susanne Hennig jî rexneyên giran li Wezîrên Karên Hundir û Karên derve kir. Hennig destnîşan kir ku astengkirina mafê ger û geştê yê Cansu Ozdemir nayê qebûlkirin û diyar kir ku wê dest ji mijarê bernedin.