Jin a DAÎŞ'î Sarah O. li Elmanyayê bi 6 salan hate cezakirin
Jin a DAÎŞ'î Sarah O. ku ji ber sûcên li dijî jinên Êzidî li Elmanyayê dihate darizandin, bi 6 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Jin a DAÎŞ'î Sarah O. ku ji ber sûcên li dijî jinên Êzidî li Elmanyayê dihate darizandin, bi 6 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Jina DAÎŞ'î Sarah O. ku ji ber sûcên xwe yên li dijî jinên Êzidî dihate darizandin, hate cezakirin. Rûniştina biryardanê doh li Dadgeha Bilind a Herêmî ya Dusseldorfê pêk hat.
Dadgehê Sarah O. weke milîsa cîhadîst a DAÎŞ'ê pênase kir û 6 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birî.
Doza li dijî jina DAÎŞ'î Sarah O., ji aliyê parêzer Necdal Dîslî ve bi navê 3 jinên Êzidî yên ketin destê DAÎŞ'ê hate vekirin, ku Necdal Dîslî bi xwe ji civaka Êzidî ye.
Parêzer Necdal Dîslî li ser mijarê axivî û got, "Ji fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ve ez sûcên ku li Şengalê hatin kirin dişopînin. Yek ji wan jî revandin û kolekirina 7 jinên Êzidî bi destê Sarah O. û Îsmaîl S. bû. Êşkenceyeke dijwar li wan hate kirin û dest avêtin wan. Di vê bûyerê de 7 kes hebûn, lê 2 kes di dema şer de hatin kuştin. 2 jin jî hîn winda ne. Ji 7 jinên Êzidî yên di destê wan de 2 kes zarok bûn ku di bin 15 salî re bûn. 3 jin jî bi pêngava QSD'ê ji destê DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin."
Necdal Dîslî anî ziman ku bi navê van jinan wan doz vekirin û got, "Cezayê 6 sal û 6 meh kêm jî be li gorî qanûnên Elmanyayê cezayekî giran e. Kiryarên bi serê civaka me ve hatin ti carî nayên jibîrkirin. Em hêvî dikin ku hemû çeteyên ku tevlî DAÎŞ'ê bûne, li çar aliyên cîhanê werin cezakirin."
7'emîn Senatoya Ceza ya Dadgeha Bilind a Herêmî ya Dusseldorfê her wiha dayik û bavê Îsmaîl S. ku hevserê Sarah O. ye ceza kir.
Dadgehê 4 sal û nîv ceza li Perîhan S. û 3 sal jî ceza li Ahmet S. birî, bi hinceta ku alîkarî bi çeteyan re kiriye.
Sarah O. di 15 saliya xwe de ku diçû dibistana lîseyê ji bajarê Konstanzê derbasî Sûriyeyê bû, li wir bi Îsmaîl S. re zewicî.
Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), çeteyên DAÎŞ'ê têk bir, Sarah O. reviya Tirkiyeyê û piştî demekê jî ber bi Elmanyayê ve hate dersînorkirin. Dema ku Sarah O. tevî 3 zarokên xwe sala 2018'an gihîşt Balafirgeha Dusseldorfê hate girtin.