Ji şandeya aştiyê ku ji bo êrîşên qirker û dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê rawestînin ji Ewropayê dixweste biçe Hewlêrê Şaredarê berê yê Cenewreyê û Wekîlê Kantonê ya Partiya Karker Rêmy Paganî, piştî ku ji hêla PDK'ê ve hate astengkirin îro gihaşte Cenewreyê.
Paganî li Balafirxaneya Cenewreyê ji hêla Kurdistanî û şandeya Partiya Karker ve hate pêşwazî kirin. Pagahî li gel parlamenterê dî yê Partiya Karker Tobîas Casîmîr daxuyaniya çapemeniyê da.
Paganî bi bîr xist bi hinceta hêla koronayê li Frankûrtê xwestine ku çûna wan a Başûrê Kurdistanê were astengkirin û got ji bo vê demke dirêj bi xebatên prosedûrê ew dane sekinandin.
Paganî got, 'Piştî ku em gihaştin Başûrê Kurdistanê şandeya PDK'ê nêzîkatiya dijiminane li wan kiriye û hatine wan dane ber pirsan'' û diyar kir Wezîrê Karê Derve du caran serdana wan kirine.
Paganî wiha got: ''Li ber daxwaza me ya aştiyê vê nêzîkatiya li dijî me em nikarin qebûl bikin. Em ê li idjî qirkirin û komkujiya li ser Kurdan li ser daxwaza aştiyê rawestin. Di demeke nêz de em ê dîsa biçin Başûrê Kurdistanê û ji bo daxwaza aştiyê em ragih3inin em ê ji bo ku şertên hewce çêbibin hewl bidin.''
Casîmîr Schnenlî jî têkilî sedanê got, ''Dema ku em gihaştine herêmê nêzîkatiya bi dijminane ya ku li Delegasyona Aştiyê kirin ez pir şaş kirim. Di vê nêzîkatiyê de ew fikir bi me re çêbû ku dixwazin berxwedana gel a li dijî dagirkerî û komkujiya li ser Başûrê Kurdistanê neyê dîtin.''
Schneblî her êrîşa Tirk a li ser Mexmûrê bibîr xist, got ev ji hêla wan ve nikare wre qebûlkirin û her diyar kir, li dijî hevkariya bi komkujiyê re ya dewleta Elman û rêveberiya PDK'ê,''Em biryardar in ku berxwedana enternasyonal geş bikin. Ev pêvajoya neyênî ya ku rûdayî bila kese nebêje ku em çavtirsandî kirine, li dijî van êrîşên qirker, li dijî hêzên qirkirinê û hevkarên wan berxwedana me ya enternasyonal wê bidome.''