IPPNW: Divê Elmanya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bixebite

IPPNW, êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û astengkirina heyeta aştiyê şermezar kir û bang li Elmanyayê kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkhatina aştiyê bixebite.

(IPPNW) bal kişand ser rola hikumeta Elman.

IPPNW'ê astengkirina Heyeta Aştî û Azadiyê ya ji bo Kurdistanê şermezar kir ku Elmanyayê nehişt heyet biçe Hewlêrê û bang li WezÎrê Karên Derve yê Elman Heîko Maas kir. IPPNW'ê ji Maas xwest ku qedexeya derketina derve ya li aktîvîstên aştiyê hatiye ferzkirin bi dawî bike. Ji Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî xwest ku destûrê bide heyetê ji bo li herêmê bigere.

'DIVÊ ELMANYA BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ'

IPPNW'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser sûcên ku dewleta Tirk di êrişên dawî de kiriye. Rêxistinê diyar kir, ku agahî ji wan re hatine ku li herêma şer gund hatine valakirin, xweza hatiye talankirin û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Ji bo bidawîkirina şer jî bang li Elmanyayê kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniyê de nêrînên ji rêveberên IPPNW'ê Gisela Penteker jî hate parvekirin. Penteker bi bîr xist ku dadgeriya Belçîkayê biryar da ku 'PKK rêxistine terorîst nîne, lê aliyekî şer e' û got, Divê hikumeta Elman bide ser şopa Belçîkayê û di şerê dijî Kurdan de ji bo aştiyê gavên encamgir biavêje. Gaveke bi vî rengî wê li Elmanyayê tevkariyê li jiyaneke bi hev re bike."