Êrişên dagirkeriyê li Mannheimê hatin şermezarkirin
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, êrişen dagirkeriyê û helwesta PDK'ê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, êrişen dagirkeriyê û helwesta PDK'ê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Mannheimê li Pradeplatzê çalakiyek hate lidarxistin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Gerîla îro li her derê mirovahiyê diparêze. Dewleta Tirk li hemberî gerîla têk çûye. Dîktator Erdogan baş zane ku têk çûye."
Di çalakiyê de ji bo PDK'ê jî wiha hate gotin, "Ji şaşitiyên ku we heta niha li dijî berjewendiyên gelê Kurd kirine vegerin, ji ber ku hîn dem heye. Îro ne roja şerê hev e, îro roja yekîtiyê ye."
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bimire xiyanet" hatin qîrîn.