Li Cenevreyê çalakiya li dijî dagirkerî û tecrîdê didome
Li Cenevreyê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirker didome.
Li Cenevreyê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirker didome.
Ji 24’ê Çileyê û vir ve gelê Kurd her roja Çarşemê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê çalakiya rûniştinê dikin.
Gelê Kurd bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPG û YPJ’ê çalakî kirin.
Çalakiya îro bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Di çalakiyê de Hevserokê CDK’ê Salih Saglam diyar kir ku êrişên li ser Kurdistanê ne dûrî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Saglam diyar kir heke pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bi ser bikeve wê tecrîd û êrişên qetlîamê jî nedome û got “Li hemberî tecrîda li ser Rêbertiya me û li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji 23’ê Nîsanê vir de didome, em ê jî her derê bikin çepera berxwedanê.”
Di çalakiyê de ji bo meşa dirêj a 3 rojan ku wê di 10’ê Hezîranê de li Lozanê were destpêkirin jî banga tevlêbûnê hate kirin.