Li Fransayê Meydana Hevrîn Xelef 12'ê Îlonê wê were vekirin
Li Fransayê Meclîsa Şaredariyê ya Lyonê navê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef da meydanekê. Hate ragihandin meydan 21'ê Îlonê wê ji hêla Şaredar ve were vekirin.
Li Fransayê Meclîsa Şaredariyê ya Lyonê navê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef da meydanekê. Hate ragihandin meydan 21'ê Îlonê wê ji hêla Şaredar ve were vekirin.
Meclîsa Şaredariyê ya Lyonê beriya havînê 8'ê Tîrmehê di civîna dawî de pejirand ku navê meydanê ya li qada ber bi garaja berê ya Cîtroenê ve ya li taxa Guîllotîêreyê bikin Hevrîn Xelef.
Meydana ku navê wê Xelef hatiye danîn di navbeyna kuçeya Salomon Reînach û kuçeya Marseîlleyê de ye.
Hevrîn Xelef ku 15'ê Mijdarê ya 1984'an jidayik bûyî, 12'ê Cotmeha 2019'an li nêzî Girê Spî ji hêla çeteyên Tirk ve bi hovîtî hatibû qetilkirin. Xelef a ku endama desteya rêveber a Meclîsa Demokratîk a Sûriyê bû, her wiha Sekretera Giştî ya Partiya Dahatuyê ya Sûriyê bû.
Şaredarê Herêma 7'an a Lyonê Franny Dubot got, ''Li welatekî li nav şer, slav li figûra sembolîk a kampa aştiyê. Jina ji Suriyê, Kurd û feminîst di 35 saliya xwe de hate qetilkirin.''
Alîkara Şaredar, ji piştevaniya navnetewî berpirs Sonîa Zdorovdzoff got ,''Şaredariya Herêma 7'an û şaredariya mezin bi vê bîranînê her wiha têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ'ê slav dike, dixwaze hemû jin û mêran ku li Suriyê ji bo aştî û demokrasiyê hewl didin pîroz bike.''
Cara pêşî ye ku navê Xelef li Fransayê li meydanekê tê danîn. Meydan bi fermî ji hêla Şaredara Gregort Ducet ve 12'ê Îlonê saet 18:00'an wê were vekirin.
Her wiha hate ragihandin bi pêşengiya Şaredar Fanny Dubot wê pêşengek were vekirin û têkoşîna Xelef were vegotin.