Parlamenta Swêdê Lofven careke din kir Serokwezîr

Parlamenta Swêdê, siyasetmedarê sosyal demokrat Stefan Lofven jinûve kir Serokwezîr.

Di dengdana doh de ya li Parlamenta Swêdê, siyasetmedarê sosyal demokrat Stfan Lofven jinûve bû Serokwezîr.

Lofven, piştî ku hikumeta koalîsyonê ya bi Partiya Çep re xera bû di 28'ê Hezîranê de îstifa kiribû.

Lofven ê 63 salî ji sala 2014'an û vir ve serkêşê hikumeteke 'hesas' bû.

Lofven bi du dengên zêde ji nû ve ji bo Serokwezîrtiyê hate wezîfedarkirin.

Lê belê tê texmînkirin ku budçeya Lofven di payîzê de pêşkêş bike, dibe ku dengekî têrker negire. Eger ev bibe, hingî dibe ku Lofven careke din îstifa bike.