Li Fransayê daxwaza mayinê ya bi hezaran kesî hate redkirin
Hate ragihandin ku li Fransayê ji Cotmeha 2020'î heta Hezîrana 2021'ê walîtiyan zêdeyî 28 hezar daxwaza mayina li Fransayê red kirine.
Hate ragihandin ku li Fransayê ji Cotmeha 2020'î heta Hezîrana 2021'ê walîtiyan zêdeyî 28 hezar daxwaza mayina li Fransayê red kirine.
Li Fransayê, walîtiya di nava 9 mehan de daxwaza 28 hezar kesî ya ji bo dirêjkirina dema mayinê red kirin. Ev rêje li gorî salek beriya niha bi du qatî zêde ye.
Hate ragihandin ku daxwaza 28 hezar kesî ya sîstema cemaweriyê xera dikin an jî sûcên giran kirine hatiye redkirin.
Her wiha mafê mayinê yê 699 kesî ji destê wan hate standin. Di çarçoveya qanûnekê de ya ku 1'ê Cotmeha par kete meriyetê, rayedarên walîtiyê mafê dirêjkirina mayinê yê derdora 30 hezar kesî red kirin, mafê mayinê yê hin mirovan jî ji destê wan standin.
DAXWAZA 10 HEZAR KESÎ SÊ MEHÊN DAWÎ HATE REDKIRIN
Ji bo redkirina mafê mayinê jî bi giranî 'xerakirina sîstema cemaweriyê' weke hincet hate nîşandan.
Hate ragihandin ku ji kesên daxwaza wan a mayinê hate redkirin 20.079 kesî cara yekemîn serlêdana mayinê kiribûn û 1.299 ji wan jî bi hinceta xerakirina sîstema cemaweriyê serlêdana wan hate redkirin.
Ji herêma Ile de France 8 walîtiyan daxwaza destpêkê ya mirovan a mayinê red kirin.