Parlementerên PE’yê doza girtina HDP’ê mehkûm kirin

PE’yê zextên Tirkiye û doza girtina HDP’ê şermezar kir, pêşnûmeyek ku rexneyê li vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê, jî erê kir.

Parlementoya Ewropayê (PE) di rûniştina îro pêk anî de, pêşnûmeya ku zextên li ser partiyên muxalîf ên li Tirkiyeyê şermezar dike, bi 603 dengan erê kir. Di rûniştinê de 2 parlementerî biryara red, 67 jî bê alî deng bikar anî.

Di pêşnûmeyê de ku taybet zextên li ser HDP’ê hatin mehkûmkirin, hikûmeta Tirkiye ku mafê siyasetkirinê ya partiyên siyasî û piranî mafê demokrasiyê asteng dike şermezar kirin.

Di pêşnûmeyê de doza girtina derbarê HDP’ê ya li Tirkiyeyê di rêza partiya 3’an de ye, mehkûm kir. Heman pêşnûmeyê dozên derbarê parlementerên HDP’ê, hilbijêrên herêmî, hevşaredaran hatine vekirin jî mehkûm kirin.

Di pêşnûmeyê de hate destnîşankirin astengnekirina HDP’ê ya tevlîbûna demokrasiyê, ji bo tevlîbûna hemû civakên li Tirkiyeyê ya siyasetê û dîsa çareserkirina pirsa Kurd a bi rêya aştiyane pir girîng e.

Di pêşnûmeyê de ji erkê girtina parlementer, hevşaredarên HDP’ê yên bi rêbazên demokratîk hatin hilbijartin û li şûna wan qeyûm hatina danîn, hate şermezarkirin û bal kişand ji bo van pêkanînan jî sûcên ‘biguman’ hatine nîşandan.

Di pêşnûmeyê de taybet di warê mijara îfadeya derbirînê bang li Tirkiye hate kirin.

Parlementerên PE’yê bang li Yekîtiya Ewropa (YE) guherînên li rewşên Tirkiye bişopîne, bi taybet doza Kobanê ji nêzîk ve bişopîne, serdana girtîgehan bikin.

Di pêşnûmeyê de hate destnîşankirin ku divê Tirkiye di mijara polîtîkaya derve guherînê pêk bîne, di mijara mafê mirovan û mafê sivîlan, li gel guherîn û veguherînê hinek pêşniyar bên kirin.

Dîsa pêşniyar ji bo Tirkiye hate kirin ku di mijara mafê mirov, mafê jinan, Peymana Stenbol, azadiya ol û etnîkê de pêşketinan pêk bîne.