Li Brukselê 400 koçber 43 roj in di greva birçîbûnê de ne
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye 430 koçberên destûra niştecihbûnê dixwazin, 43 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye 430 koçberên destûra niştecihbûnê dixwazin, 43 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Koçber li Zanîngeha Azad a Frankofon Brukselê (ULB) li Zanîngeha Azad a Brukselê (VUB) û li Dêra Begûînageyê didomîne.
Çalakger piranî Magrebî ne û yên ji Pakistan, Efganistan û Nepalê jî hene.
Greva birçîbûnê di 23’ê Gulanê de dest pê kiribû. Karkerên koçber ên ku destûra wan a niştecihbûnê tune, ji ber krîza koronavîrusê ji debarên xwe bûn û nikarin ji tu parastina civakî sûdê werbigirin.
Li Dêra Begûînagê ya li Brukselê 250 koçber di greva birçîbûnê ne, ji ber tendirustiyê herî kêm carekê ev koçber rakirine nexweşxaneyê.
Zextên li ser hikumetê zêde bû. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl, rektorên zanîngehan, partiyên siyasî bal kişandin ser rewşa koçberan. Lê hikumeta koalîsyonê hê bersiv nedaye daxwazan.