Êrişên dagirkeriyê li Berlîn û Frankfûrtê hatin şermezarkirin

Li bajarên Berlîn û Frankfûrtê yên Elmanyayê, bi banga Defend Kurdistan çalakiyek hate lidarxistin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Bi banga Defend Kurdistan li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. Yek ji van bajaran jî paytexta Elmanya Berlîn bû.

Kurdistanî li gel dostên xwe li Hermannplatzê li hev kom bûn û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest bi çalakiyê kirin. Di destpêkê de daxuyaniya KON-MED'ê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ya bi navê Women Defend Rojava hate bibîrxistin ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava dest pê kir îro bi êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike. Di daxuyaniyê de Însiyatîfa Defend Kurdistan a ku li ber êrişên dagirkeriyê rabû hate silavkirin.

Piştre Hevserokê FED-KURD'ê Kerem Gok axivî û got, "Gelê Kurd îro li gel dostên xwe li qadan e. Ev jî nîşan dide ku îdeolojî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav bûye û mezin bûye. Yekîtiya Ewropa û NATO piştgiriyê didin dewleta Tirk a faşîst û bi vî rengî dixwaze gelê Kurd qetil bike, li ser vê yekê jî ranta siyasî û bazirganiyê bi dest bixe.

Ji wan heye ku bi êrişên li ser Zap, Metîna û Avaşînê gefê li gelê Kurd dixwin, lê belê wê negihêjin armanca xwe."

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Hoch die Internationale Solidaritaet", "Es lebe Ocalan" hatin qîrîn. Çalakî li Kottbusser Tor bi gerandina govendê bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê, bi banga Defend Kurdistanê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyek hate lidarxistin. Kurdên li bajarên Frankfûrt, Mannheîm, Darmstadt, Gîessen, Maînz û Saabruckenê li gel dostên xwe tevlî çalakiyê bûn.

Meşê bi beşdariya 500 kesî ji ber HBF'ê dest Pê kir.

Di meş û mîtîngê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bimire xiyanet", "Dîktator Erdogan û Bahçelî" hatin qîrîn.