Yekîtiya Ewropayê ji Erdogan xwest 'astengiyên dawî' rake
Di civîna bilind a rêveberên Yekîtiya Ewropayê de ji bo nûkirina têkiliyên bi Enqereyê re hate xwestin, ku astengiyên dawî bên rakirin.
Di civîna bilind a rêveberên Yekîtiya Ewropayê de ji bo nûkirina têkiliyên bi Enqereyê re hate xwestin, ku astengiyên dawî bên rakirin.
Rêveberên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê ku li Brukselê li hev civiyan, di encamnameya civîna êvara Pêncşemê de gotin, "Li Tirkiyeyê mafên bingehîn û dewleta hiqûqê hîn jî cihê fikarên mezin e."
Di encamnameyê de hate gotin, "Hedefkirina partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan û medyayê, astengiyeke girîng a li pêşiya mafên mirovan e û li dijî berpirsyariyên Tirkiyeyê ye ku divê hurmetê nîşanî demokrasiyê, serweriya hiqûqê û mafên jinan bide. Di vê mijarê de diyalog wê bibe parçeyek bivênevê yê têkiliya Yekîtiya Ewropayê ya bi Tirkiyeyê re."
MIJARA QIBRISÊ
Lîderên Ewropî bi taybetî destnîşan kirin ku li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, divê pirsgirêka Qibrisê li ser bingeha federasyoneke ji du civakan a mafên siyasî yên wekhev bê çareserkirin.
Qibris ji sala 1974'an dema dagirkeriya dewleta Tirk û vir ve bûye du parçe. Herêma dagirkirî ku navê Komara Tirk a Bakurê Qibrisê hatiye binavkirin, tenê ji aliyê Enqereyê ve tê naskirin.
Di encamnameyê de krîzên herêmî hatin bibîrxistin û hate gotin, "Di çarçoveya berjewendiyên hevpar ên Yekîtiya Ewropa û Enqereyê yên li ser aştî û aramiya herêmî, Konseya Ewropa ji Tirkiyeyê hêvî dike ku tevkariyeke erênî li çareseriya krîzên herêmî bike."
YEKÎTIYA GUMRUKÊ
Her wiha lîderên Yekîtiya Ewropayê ji Komîsyona Ewropayê xwestin ku ji bo modernîzasyona Yekîtiya Gumrukê ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê amadekariyan bike.
ALÎKARIYA PEREYAN
Lîderan her wiha xwestin ku ji bo Tirkiye, Urdun, Lubnan û welatên din ên li herêmê yên ku penaberên Sûriyeyî vedihewînin, ji bo fînansekirina penaberan pêşniyara fermî tavilê bê kirin.
Komîsyona Ewropayê ji bo alîkariya bi penaberên Sûriyeyî re pêşniyar kir ku heta sala 2024'an 5.7 milyar Euro bide Tirkiye, Lubnan û Urdunê. Jİ bo Tirkiyeyê paketa alîkariyê ya ji 3.5 milyar Euroyî tê pêşniyarkirin. Li gorî encamnameyê Yekîtiya Ewropa di nava sala 2021'ê de ji bo dewamkirina çalakiyên li Tirkiyeyê alîkariya destpêkê ya ji 535 milyon Euroyî kir.
Yekîtiya Ewropayê beriya niha di çarçoveya peymana li ser penaberan de paketeke alîkariyê ya ji zêdeyî 6 milyar Euroyî pêşkêşî Enqereyê kiribû.