Nobeta Azadiyê kete sala 10'an

Zulfu Bingol a ku koordînasyona ''Nobeta Azadiyê'' ye, têkilî çalakiyê ku ev 10 sal in li Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, got, ''Heke hûn dixwazin li dilsoziya gelê me ya bi Rêbertî re bibînin li vê çalakiyê binerin.''

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîd bi dawî bibe ''Nobeta Azadiyê'' ku 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kirî kete sala 10'an.

Çalakiya nobetê ya ji bo ku sûcên mirovahiyê yên di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd tê kirin were teşhîrkirin û bêdengiya welatên Ewropî were şermezarkirin Kurdên Ewropa û dostên Kurdan bi rengê komî tê domandin.

Kurd bi vê çalakiya dîrokî ji Komploya Navnetewî û wir ve ji aliyekî ve dibêjin cîhanê ku vîna wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û çareseriya pirsa Kurd li Imraliyê ye û ji aliyekî ve jî paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Kurd ji gelên Ewropî re vedibêjin.

Çalakî her roj di navbeyna saet 07:30 û 16:30'î de bi rengekî bi disîplîn tê domandin, çalakger dibêjin disîplîna li nav jiyana têkoşînê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vîna têkoşîna azadiyê ya 40 salî ya Tevgera Azadiya Kurd ji bo xwe esas dibînin.

Munzur Emekçî 3 salan Nobeta Azadiyê ji destpêkê ve organîze kir. Piştî ku nexweş ket 2015'an çalakî dewr kir û Nîsana 2016'an çû ser dilovaniya xwe. Ev 3 sal in Zulfu Bingol çalakiyê koordîne dike.

Bingol têkilî çalakiyê got,''Çalakî ji bo Kurdan bû mewziyeke siyasî. Ev welat (welatên Ewropî) di şexsê Rêbertiya me de, hevkarê wê komployê ne ku li ser serê gelê me hatiye gerandin. Çalakî ji vî alî ve sûcên ku ev welat dijî gelê Kurd dikin teşhîr dike.''

Bingol her wiha li ser xebatên girseyî yê çalakiyê jî dibêje, ''Em xebatên girseyê bi broşûr, pirtûk û danûstandinên yeka yek rê ve dibin, ku broşûr, pirtûk  bi zimanên cuda hatine hazirkirin.''

Têkilî aliyê dîplomatîk ê çalakiyê jî Bingol got, ''Ev çalakî tam li zikê dîplomasiya Ewropayê bi mebesta xebatên dîplomatîk tê domandin. Gelê me li bara vê çalakiyê pir cidî bû û hê jhî wiha nêz dibe lê mirov nikare bibêje ku me dîplomasî bi rengekî zîrek rê ve biriye. Ango mirov dikare bibêje lingekî vê çalakiya dîrokî kêm e.''

Bingol bi berdewamî diyar kir heta niha têkilî tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran dosya dane CPT'yê, her wiha ji bo tecrîd were şikandin çalakiyên rûniştinê yên domdirêj, grêven birçîbûnê kirine. Bingol bi bîr xist ji CPT'yê serdana wan kirine lê ne bi navê CPT'yê, serdanên şexsî kirine û got, ''Rayedarên CPT'yê gelek caran aşkere kirine ku ew hay ji tiştên ku Kurd dijîn hene, rehînebûna Rêbertî pirseke pirhêlî ya navnetewî ye.''

Bingol her wiha got di serî de ji Rûsya û Ukraynayê ji gelek welatên Ewropayê şandeyan serdan wan kirine û wan rewşa Rêberê Kurd bi berfirehî ji şandeyan re vegotine, bang kirine ku zilma li ser Kurdan were bidawîkirin.

Bingol bal kişande ser resenbûna çalakiyê, got, ''Li nav ti civakê mirov nikare dilsoziyeke wiha bibîne. Heke mirov dixwaze dilsoziya gelê me ya bi Rêbertî re bibîne divê mirov li vê çalakiyê binere. Ev deh al in mirovên me bi sebir vê çalakiyê didomîne. Dema ku têne vir û çav li wêneyên Rêbertî dikin û wan afîşên bi daxwaza azadiya Rêbertî dikin, gelek çalakgeran gotin bi fizîkî temasa wan bi Rêbertî re çêbûye. Mirovên me dibêjin, ''Dema ku em têne vir, ji me weye ku Rêbertî li vir e.''

Bingol dibêje, ''Em nikarin jirêzê nêzîkatî li Rêbertî bikin'', diyar dike ku di her çalakiyê de divê disîplînek hebe û disîplîna vê çalakiyê jî temsîla vîna Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd e, ji ber vê jî disîplîn di vê çalakiyê de esas e. Bingol got, ''Rêbertiya me xwedî disîplîn bû. Min kesek nedîtiye ku zemên weke wî ew çend kêrhatî dixebitîne.  Her tişt bi polan, di wextê xwe de dikir. Ji ber vê di çalakiyeke wiha dîrokî de ku temsîla wî dike, disîplîna Rêbertî esas e.''

Bingol bi berdewamî got wan ji bo komên nobedar mal kirê kirine, her sibeh bi koman re saet 06:00'an şiyar dibin û têkilî çalakiya rokjekê wiha got: ''Saet 07:20'an em qada çalakiyê paqij dikin. Tam saet 07:30'an standa xwe hazir dikin. Heta niha ev deqeyeke jî texîr nebûye. Heke em guh nedin texîrbûna 5 deqeyan em ê sivîkatiyê li hemû çalakiyên xwe bikin. Em li gerîla bifikirin; bi vê disîplînê li wir têdikoşin. Qad kûder jî be li nav vê têkoşînê disîplîn esas e.''

Bingol mînaka xwedîderketina gel a li çalakiyê da, diyar kir ji Ingilistan, Swêd, Norwêç, Danîmarka, Hollanda, Awûstûrya, Belçîka, Elmanya, Italya, Fransayê hema hema ji her herêmê 3 hezar kes bi rengî komî çalakiyî dewr girtine û got li gel vê bi çalakiyên girseyî û serdanan piyê bi sed hezaran kesî li qada çalakiyê ketiye.

Bingol her wiha got ji jinan heta bi ciwanan, yixtiyarn her kes xwedî li Nobeta Azadiyê derdikevin. Bingol got, ''Her hevalê me pir hêja ye. Hin mirovên me yên 85 salî ji bo Rêbetî ji deverên gelekî dûr hatin. Komên baweriyê, malbatên şehîdan, saziyên Kurd û saziyên dostên Kurdan nobet dewr girtin û domandin.''

Bingol herî dawî wiha got: ''Bi medyaya xwe, bi xebatên xwe yên dîplomasiyê vê çalakiya xwe ya dîrokî ku gelê me bi her şertî lê xwedî derdikeve divê em bigînin raya giştî ya cîhanê.''