Li Evûstralyayê Kurd û dostên wan li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Li bajarê Perth ê Evûstralyayê Kurd û dostên wan dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî protesto kirin.

Li bajarê Perthê yê Evûstralyayê bi pêşengiya NCDK’ê êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Kurd û dostên wan li Qada Mûrray Street Mallê kom bûn.

Yassen Khalîd li ser navê Komîteya Amadekar axivî û got “Dewleta Tirk sûcê mirovayetiyê dike, li hemberî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bi kar tîne. Divê PDK jî dev ji polîtîkaya xwe ya qirêj berde.”

Endamê Meclîsa Şaredariyê yê ji Tifaqa Sosyalîst Sam Waînwrîght jî got “Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî bin pê dike û hêzên global çavê xwe ji vî tiştî re digirin. Divê dev ji bêdengiyê berdin. Evûstralya di serî de divê DYE, Ewrûpa û Rûsya li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk zextan bikin.”