Şehîdên Meha Hezîranê li Kolnê hatin bibîranîn

Li bajarê Koln a Elmanyayê şehîdên Meha Hezîranê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Koln a Elmanyayê şehîdên Meha Hezîranê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Bîranîna ku ji aliyê YJK-E’yê ve hate organîzdekirin saet 17:30’î destpê kir. Malbatên girtî, şehîd û gerîlayên li Kolin û derdorî wê dijîn, tevlî merasîmê bûn.

Li salona bîranînê wêneyên Zeyneb Kinaci (Zîlan), Sema Yuce, Filîz Yerlîkaya (Gulan) Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Filîz Aslan) û Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin, hatin danîn û bi find û gulan hate xemilandin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û piştre ji Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Şengê Kahraman axivî û bîranîna xwe ya bi Leyla Agirî re vegot.

Di dewama bîranînê de nameya Zeyneb Kinaci û Sema yên berî çalakiya fedayî nivîsandibûn, hate xwendin. Piştre dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin qîrkirin.

Aktivîsta Jin Nûda Amed jî axivî û got: “Gulan meha Şehîdan e. Hezîran jî meha fedayiyan e. Hevalên jin ên fedayî bi çalakiyên xwe navê xwe li dîroka Kurdistanê dane û têkoşîn mezin kirine.”

Zîlan li dijî êrîşa bombeyî ya li ser Rêbetiya me çalakiya fedayî pêk anî. Dema ku dixwestin girtîgehan tesfiye bike Sema Yuce bedena xwe da ber agir. Li dijî tasfiyekirina çiyan jî Viyan Soran çalakiya fedayane bersiv da.”

Nûda bal kişand ser qetilkirina Denîz Poyraz û got: “Şehadeta Denîz ev yek da nîşanan ku weke Kurd rê nadin em bijîn. Em li kû bijîn bila bijî wê tim di hedefa mêtingeran de bin. Ji bo vê di nava sîstemê de bûna xwedî  siberoj şaş e. Divê têkoşînê bikin û welatê xwe yê azad ava bikin.”

Bîranîn piştî nîşandan sînevîzyona li ser jina û têkoşîna Leyla Agirî û şûnde bi dirûşman bi dawî bû.