Li Marsîlyayê êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hat şermezarkirin
Li Marsîlyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk dibe ser Herêmên Parastina Medyayê meşeke protestoyî hat lidarxistin.
Li Marsîlyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk dibe ser Herêmên Parastina Medyayê meşeke protestoyî hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya ya Fransayê dijîn û dostên wan bi meşekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Zap, Avaşîn û Metînayê yên girêdayî Herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wê li Meydana Canabîere hatin cem hev û ber bi meydana Vîeûx Portê ku meydaneke herî qerebalix a Marsîlyayê ye dest bi meşê kirin.
Di çalakiyê de pankartên li ser hatibûn nivîsandin “TC ji Kurdistanê bicehime”, “Ji Kurdistanê re azadî” û “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî” hatin hilgirtin û alên PKK, YPG, YPJ û TCŞ’ê hatin hildan.
Di meşê de her wiha belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û sirûdên bi Kurdî hatin lêdan. Çalakgeran bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, Bijî berxwedana Avaşîn, Zap, Metîna”, “Bijî Serok Apo” û “Erdoganê terorîst, Erdoganê kujer” berz kirin.
Meş ku li Meydana Vîeox Portê bi dawî bû, li wir piştî deqeyek rêzgirtinê bi zimanên Kurdî û Fransî axaftin hatin pêşkêşkirin.
Çalakî bi qêrîna dirûşmeyan bi dawî bû.