Şehîdên meha Hezîranê li Londrayê hatin bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) a nemir ku sala 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedayî pêkanî û gerîlayê ARGK’ê Bektaş Ulger (Hasan) li paytexta Îngîltere Londonê bi merasîmeke girseyî hate bibîranîn.

Meclîsa Gel a Kurd û Însiyatîfa Jin a Kurd di şexsê Zeynep Kinaci a nemir ku sala 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedayî pêkanî û gerîlayê ARGK’ê Bektaş Ulger (Hasan) ku sala 2000’î jiyana xwe ji dest dabû de merasîmek ya bîranînê lidarxistin.

Di merasîma ku li avahiya KCC’ê pêk hat de endamên Tevgera Şoreşê ya Yekgirtî, Kurdistanî û dostên wê, dayîka Bektaş Ulger Fatma Ulger û gelek kes beşdar bûn.

Wêne û afîşên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zeynep Kinaci, Bektaş Ulger û Denîz Poyraz a HDP’yî ku li Îzmîrê hat qetilkirin li salonê hatin daliqandin. Merasîm di şexsê Denîz Poyraz de bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê sînevîzyonek derbarê jiyana Zeynep Kinaci û Bektaş Ulger hate nîşandan. Di dema temaşekirina sînevîzyonê bi berdewamî dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

“ZÎLANBÛYÎN NAVÊ FEDAYÎTIYÊ YE”

Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd a Ewropa Gonul Kaya piştî pêşandana sînevîzyonê bi rêya Skype’ê tevlî merasîmê bû. Gonul axaftina xwe di kesayeta Zîlan, Bektaş Ulger, Ulaş Dêrsim, Sema Yuce û Fîkrî Baygeldî de bi bîranîna hemû şehîdên Hezîranê dest pê kir. Kaya destnîşan kir ku Zîlan rastiya Kurdistanê îfade dike û got, “Çawa ku Adar meha Mazlûmbûyînê ye, Gulan jî meha Hakî û Ferhadbûyînê ye û Hezîran jî Zîlanbûyîn e. Rêhevala Zîlan di Tevgera Azadiya Kurd de navê fedayîbûyînê ye. Li dijî meylên înkar û îmhayê helwestek e, li dijî newekhevî, serwerî û her cûre paşverûtiyê di xeta Rêber Apo de hevgirtin e. Rêhevala Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî ya tê de ji bo Rêber Apo got, 'Ew fermandarê min e' rêya ronakbûn û azadiyê nîşanî me da. Di dema bîranîna rêhevala Zîlan de, em carek din diyar dikin ku şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiyê têkoşîn û sedema jiyîna me ye."

Li ser navê Însiyatîfa Jin a Kurd Besîme Başar diyar kir ku Zîlan di dîroka têkoşîna jina Kurd de nav û roja vejînê ye. Başar got, “Hevala Zîlan di serî de gelê Kurd, ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn navê azadî û vîna parastina cewherî ye. Bi esasgirtina banga berxwedan û têkoşîna hevala Zîlan em ê li qadan, kolan û meydanan bên ba hev û vê siyaseta dagirkerî û mêtingeriyê têk bibin.”

‘EM HIŞMENDIYA SÎXUR NALET DIKIN’

Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan Alî Poyraz bal kişande ser şehadetên ku bi taybetî li Kurdistanê ji ber feraseta hevkar û neteperestiya seretayî çêbûne û wiha pêde çû: “Herî dawî heval Ûlaş Dersîm ji ber van hawîrdorên sîxur û hevkar li gel dewleta Tirk hevalên me şehîd dixin. Hişmendiya Denîz Poyraz qetilkirî û hişmendiya sîxur û hevkar ya li Başûrê Kurdistanê heman helwest e. Ev hişmendî ji dagirkerî û faşîzmê re zimet dike. Em vê hişmendiyê nalet û şermezar dikin û dibêjin ku wê yên li ber xwe didin qezenc bikin, vê faşîzm jî têk biçe.”

TŞYG: EMÊ BIBIN ZÎLAN!

Li ser navê Tevgera Şoreşê ya Yekgirtî ya Gelan (TŞYG) jî Hêlîn Yoldaş axivî û ragihand ku Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistan ji pêvajoyeke azad re derbas dibe, di heman demê de terora dewleta faşîst, qirkerî û zilma mêtingeriya înkarger û qirker didome. Hêlîn Yoldaş diyar kir ku bi Zîlanbûyînê re mirov dikare li hemberî vê faşîzma dagirker bibe bersiv û wiha berdewam kir, “Faşîzm li Heftanînê bi berxwedaniya azadiya netewî ya koka mêtingeriyê diqelîne û barîkatên berxwedêr û têkoşeran re rû bi rû maye. Em têkoşîneke mafdar û bi keramet bi rê ve dibin. Vê teqez di şexsê hevala Zîlan û Hasanan de faşîzm bin bikeve.”

Piştî axaftinan Koma Zarokan ya Mehmet Aksoy derket ser dikê û strana ‘Berxwedan jiyane’ û hin stranên din pêşkêş kir. Girse bi zarokan re stran got û li ser pêyan çepik ji bo wan lêxistin.

Di dawiyê de hunermendê Kurd Zeyno derket ser dikê û klamên Kurdî pêşkêş kir.