Li Fransayê hilbijartin pêk hat, hilbijêr tevlî nebûn

Li Fransayê, roja Yekşemê tûra duyemîn a hilbijartinên xwecihî û herêmî pêk hat. Hilbijêran deng nedan û helwest nîşanî partiyên siyasî hemûyan da.

Piştî hefteyekê, tûra duyemîn a hilbijartinên xwecihî û herêmî ya li Fransayê roja Yekşemê pêk hat.

Li gel bangên hatin kirin jî hilbijêr di tûra duyemîn de neçûn ser sindoqan û deng nedan. Rêjeya hilbijêrên ku di tûra duyemîn de dengê xwe nedan ji sedî 65.7 bû. Di tûra destpêkê de ji sedî 66.7 ê hilbijêran deng dan. Li gorî hilbijartinên beriya niha ev yek rekorek bû.

Li gorî anketa ku ji aliyê Ipsos/Sopra Steria ve hate kirin, ji sedî 70 ê hilbijêrên nêzî partiya çep France Insoumise û hawirdorparêz EELV, ji sedî 64 ê hilbijêrên rastgiriya tund RN neçûn ser sindoqan. Ji sedî 57 ê hilbijêrên partiya desthilatdaqr LREM neçûn ser sindoqan. Piraniya van jî ciwan in. Di nava ciwanên kêmî 35 salî de tenê ji sedî 21 ê hilbijêran dengê xwe dan.

Hema bêje li hemû herêman serokên meclîsan ên bajêr di hilbijartinê de bi ser ketin. Li gorî aneketên beriya hilbijartinê partiya Marine Le Pen a rastgiriya tund RN wê li gelek herêman di tûra yekemîn de bi ser ketibûya û di tûra duyemîn de li gelek herêman bi ser ketibûya. Lê belê ti ji herêm nekete destê partiya rastgir. Partiya Serokkomar Emmanuel Macron LREM jî ti herêm bi dest nexist.

Partiya Komunist a Fransayê ji sala 1976'an de herêma Vale de Marne ya Parîsê di dest debû. Ev herêma ku di destê Partiya Komunîst a Fransayê de ma bû ji dest çû. Partiya Sosyalîst hejmara hilbijartiyên xwe yên herêmî zêde kir.