Ciwanan li balefirgeha Charles de Gaûelleyê çalakî kirin

Çalakvanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê li balefirgeha Charles de Gaûelle ya Parîsê li pêşiya buroya Balefirgeha Tirkan çalakiyek kirin. Ciwanan êrişên dagirker ên dewleta Tirk û tûrîzma Tirkiyeyê protesto kirin.

Ciwan ji bo êrişên ku dewleta Tirk dibe ser Başûrê Kurdistanê protesto bikin û diyar bikin pereyên tûrîstên diçin Tirkiyeyê li ser gelê Kurd dibe bombe, li pêşiya balefirgeha Charles de Gaûelle ya li Parîsê çalakiyek kirin.

Polîsan nehiştin ciwan biçin qada ku buroya Balefirên Tirkan lê hen lê hinek ciwan derbasî wê qadê bûn û pankarta boykotkirina buroya Balefirên Tirkan vekirin.

Ciwanan diyar kirin pereyên kesên diçin Tirkiyeyê li ser gelan dibe şer û qetlîam û sloganên “Terorîst Tûrqûîe’ û ‘Assasîn Erdogan’ berz kirin.