Hilbijêrên Kurd û Swîsreyî yên Lozanê banga ‘aştî û diyalogê’ kirin

Hilbijarên bajarê Lozan a Swîsre ku daxuyaniyek nivîskî da, banga ‘aştî û diyalogê’ kirin.

Hibijêrên Kurd û Swîsreyî yên bi navê Mustafa Atici, Îhsan Kurt, Sîbel Arslan, Fabian Molina, Laurence Fehlmann Rielle, Carlo Sommaruga, Ada Mara, Stefania Prezioso Batou, Claudia Friedl, Jon Pult, Samuel Bendahan, Ursula Schneider, Yvonne Feri, Nicolas Walder, Sandra Locher Benguerel, Edîbe Golgeli, Bulent Pekerman, Jean-Charles Rielle, Nicole Valiquer Grecuccio, sosyolog Ueli Mäder ji bo çapemenî, KDP, YNK, KNK’ê û partiyên Swîsreyî bangek hevpar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku têkildarî nûçeyên şer ên ji Başûrê Kurdistanê ne tenê Kurdên li Dîasporayê heman demê hilbijêrên Kurd û Swîsreyî yên li Ewropa jî xistine nava fikaran û got: “Di demekê de ku hê xeteriya DAÎŞ’ê di rojevê de ye, operasyonên leşkerî yên dewleta tirk lidar dixe, jiyana sivîlan dixe xeteriyê û rê li ber xirakirina ekolojiyê vedike.”

Di metna daxuyaniyê de hate gotin ku operasyonên leşkerî û siyasî yên dewletên herêmî, aloziya gelê Kurd zêdetir kiriye û aloziya di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de derxistiye, diyar kir ku têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê hate kirin di têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê ya gelê Kurd de bû sedema pêşketinên mezin.

Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin ku aloziya li Başûrê Kurdistanê rû dide, zererê dide têkoşîna heq a gelê Kurd û ev hate gotin: “Hilbijarên Kurd û Swîsreyî dîsa sempatîzan, bêalî û ji welatekî demokratîk bang li partiyên Kurd dikin ku diyalogê pêş bixin. Ji ber nebûna yekîtiya gelê Kurd di 30 salên dawî de herî zêde gelê Kurd jê zirar dît.

Hilbijêrên bi eslê xwe Kurd û dostên wan banga diyalogê li gelê Kurd dikin.”

Di daxuyaniyê de piştevaniya xwe ya ji bo pêvajoya ‘aştiyê’ jî hate nîşandan, bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê, Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK), PDK, PKK, YNK’ê hate kirin ku ji bo aştiyê bi berpirsyar tevger bikin, bal kişand ku divê dewleta Tirk hêzên xwe yên leşkerî ji herêmê vekişînin rêz ji yekparetiya xaka Iraqê re bigire.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kurd ên mîna ferdekî malbata mirovahiyê ye, xwedî mafe ku bibe xwedî siberojeke azad û heq, anî ziman ku aramiya gel û azadî enceq bi aştiyê pêkan e.

Ji bo pêşengîkirina demokrasî, aştî û çandê banga têkoşînê hate kirin.