Êrîşên dewleta Tirk a li Kurdistanê li Saratovê hate şermezarkirin

Li Saratovayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdên li navçeya Yerşov a Herêma Seratov a Rûsyayê dijîn, êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser Herêmên PARastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Daxuyanî li ser navê Ciwanên Saratovê ve hate dayîn û hate gotin ku êrîşên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyyaê zêdetir bûne û ji ber êrîş hatine şikandin nikarin bi pêş ve biçin.

Di çalakiyê de hunermendê Kurd Ahmed Bakî jî axivî û diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe û hêzên Kurd ên di vê demê de dijiminahî û hevkariyê bike wê di dîrokê de deqek reş li rûyê wan be û got: “Eger ku li Başûrê Kurdistanê hinek hêzên girêdayî malbata Barzanî û PDK’ê li dijî hêzên azadiya gelê Kurd PKK’ê şerê ‘bijrakujî’ bide destpêkirin, wê tevahî dîrokê lenet li ser wan be. Gelê Kurd êdî bi planên îmha û qirkirinê yên dewleta tirk a faşîst hesiyane, tevî vê jî yê xiyanetê li qewmê xwe bike, nefêde ji bî wî û ji bo malbatê dibe. Em ciwanên Rûsyayê dijîn, heta azadiya Rêberê xwe Abdullah Ocalan, têkoşîna xwe mezin û bidomînin.”