Hejmara penaxwazan ya ji bo Ewropa kêm bûye

Tê diyarkirin ku di salên dawî de ji ber şewbê hejmara kesên ji Ewropayê daxwaza îltîcayê kirin kêmbûnek zêde çêbûye.

Rayedaran gotin ku ji ber şewbê di hejmara kesên ku ji Yekîtiya Ewropa (YE) daxwaza îltîcayê dikin de kêmbûnek mezin çêbûye.

Sala bihorî 450 hezar dosyayên daxwaza îltîcayê ji aliyê Buroya Piştgiriya bi Penaxwazan ya Ewropayê hatine tomarkirin.

Di heman demê de Buroyê bal kişand ku ev daketina hejmarê ji kêmbûna pêwîstiya parastinê ya mirovan û bi sînorkirina ger û geştê çavkaniya xwe digre.

Buroyê da xuyakirin ku yên daxwaza îltîcayê kirinî ji Sûriyê, Efganîstan, Venezûela, Kolombiya û Iraqê bûne û welatên ku serlêdana wan hatinî kirin jî Elmanya, Fransa, Îspanya, Yewnanîstan û Îtalya bûye.

Mudurê Buroya Piştgiriya bi Penaxwazan ya Ewropayê Nîna Gregorî da zanîn ku qeyrana şewbê aliyên lewaz û bi hêz ên pergalê derxist holê û got “Welatên endam ji bo pêkanîna qeyîdan nêzîkatiyek nû raber kirin. Bi rêbazê ji dûr ve karkirin û pêywendî danîn re mirov bi rengekî hê leztir hatin tomarkirin.”

Gregorî her wiha diyar kir ku ji sala 2017’an û şûnde cara yekem e ku di vê astê de bi lez bersiv hatiye dayîn û bi vî rengî pêşiya bendewarmayîna mirovan hatiye girtin. Her wiha Gregorî di dewama axaftina xwe de dibêje ku 42% îltîcayan hatiye pejirandin û 58% jî hatiye redkirin.