Polîsên Elmanyayê şîddet li heyeta Defend Kurdistanê kir

Polîsên Elmanyayê endamekî Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) yê ku ji Başûrê Kurdistanê vegeriya, destgîr kir.

Li gorî nûçeya serwîsa Elmanî ya ANF’ê Endamên  ‘Delegasyona Aştî û Azadiyê ya Kurdistanê’ li balefirgeha Frankfûrtê ya ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin polîsan 8 endamên heyetê tacîz kirin, li nasnameya wan kontrol kiriye û bi awayekî kêfî miameleyeke xerab bi wan re kiriye.

Di dîmen û wêneyan de xuya dibe endamên heyetê bi darê zorê dbin ber dîwar, wan diavêjin erdê û endaman kelepçe dikin. Di dîmenan de tê dîtin ku polîs gelekî agresîf tevdigerin.

Roja Çarşemê jî komeke ji şeş kesan pêk tê ya ku ji Başûrê Kurdistanê vedigeriya Frankfûrtê çend saetan hatibûn destgîrkirin.

Ji gelek bajar û welatên dinyayê nêzî 150 kesan xwestibûn ji sekinandina êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk piştî 23’ê Nîsanê dibe ser Başûrê Kurdistanê bisekinînin û ji bo xurtkirin diyaloga di navbera hêzên Kurdan de biçin Hewlêrê.

Li balefirgehên Elmanyayê destûr nehatibû dayîn ku ev kes biçin Hewlêrê û 50 kes jî piştî çûbûn Hewlêrê hatibûn dersînorkirin. Ji nav yên mabûn jî PDK’ê zext li 70 kesan kiribû. Heyetê di serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de ‘Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze’ ava kiribû.