Swêd: Divê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re diyalogên çêker bên pêşxistin

Wezîra Kara Derve ya Swêd Ann Lînde bersiv da pêşnûme pirsa Parlementerê Partiya Karker a Demokrat Sosyal a Swîsre Anders Osterberg a derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Linde diyar kir ku divê diyalog bi Rêveberiya Xweser bê pêşxistin.

Wezîra Kara Derve ya Swêd Ann Lînde bersiv da pêşnûme pirsa Parlementerê Partiya Karker a Demokrat Sosyal a Swîsre Anders Osterberg a derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

‘MINETDARÎ QSD’Ê NE’

Linde bal kişand ser rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û got: “Hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a herêmî ya li gel Hêzên Navneteweyî ya li Dijî DAÎŞ’ê, dawîbûna şidetê rolek girîng leyîs û diyarker bû. Di têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li dijî DAÎŞ’ê de, rêz ji fedekariya kirin re digirin. Minetdariya xwe pêşkêşî QSD’ê dikin ku dawî li teror û saltanatiya DAÎŞ’ê anî. Mîna ku Osterberg nivîsandî, YPG û YPJ hêzên leşkerî parçeyek girîng a QSD’ê ne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha zêdetirî 11 hezar mirov li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan.”

Lînde wiha domand: “Divê herêmên ji ber rêxistinên terorî texrîbat bûne, êdî bên rehabîlîtekirin û divê mirov hêdî hêdî li jiyanê bên vegerandin. Rewşa mirovan hê gelek bi fikar in, hilweşîner li ber çavan e. Li herêmê û li welat bi sed hezaran mirovên ji warê xwe bûne hene. Hê havîn nehatî, saziyên navneteweyî têkildarî kêmbûna avê ya li çem û golan ku heta niha pêk nehatî, hişyarî didin.”

Hikûmeta Swêdê bi alîkariyên xwe yên mirovî, herêmî û têkildarî krîza Sûriyeyê alîkariyên taybet û ji bo mirovên herêmî yên di nava şert û mercên giran de derkevin, alîkarî dike. Heman demê divê yên di nava YE û Koalîsyona Kurewî de cih digirin, pêwîste cih di nava vê xebatê de bigirin.

Li gel vê desteka me jî, ketim nava hewldanan ku diylogên me yên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi rêveberiya xwe ya sivîl a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bidome. Di nava vê de PYD a di warê polîtîk de partiya herî nêzî YPG-YPJ’ê heye. Bi MSD’ê re têkiliyên min ên nêzîk hene, pêwîstî û ramanên wan baş nizanim. Giham wê yekê ku divê nûnerên MSD û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê navneteweyî de têkildarî siberoja welat, divê cihê xwe di hevdîtinan de bigirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan carî destek û girêdana Swêdê teqdîr kiriye û aniye ziman.

Bi rêya diyalog û hevdîtinan, em dikarin ji bo rêveberiya xweser a ji bo pêşvebirina demokratîk û lixwegirtineke dorfireh hilbijêre, bibin alîkar; heman demê ev wê ji bo gelemperiya Sûriyeyê sûdmend be. Rêveberiya Xweser vîneke welê ye ku divê hê zêdetir ji aliyê mirovan ve bê destekkirin. Vekirî anî ziman ku rêz ji yekparetiya Sûriyeyê re digirin û ji derveyî sînorê Sûriyeyê ti xirseke wan a cuda nîne.”