Êrişên dagirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin

Li bajarên Parîs û Bordeaûxê êrişên dagirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk dibe ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin û pêngava ‘Werin cenga azadiyê’ hate silavkirin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê Kurdan û dostên wan êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk a dagirker dibin Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Kurdan û dostên wan bêdengiya dewleta Ewropayê ya li dijî êrişên dagirker jî protesto kirin. Çalakger heta Qada Vîctorîeyê meşiyan û çalakî bi rêzgirtinê bi dawî bû.

CORBEÎL

Li banliyoeya Corbeîl a Parîsê ciwanan pêngava ‘Werin cenga azadiyê’ silav kirin. Di çalakiyê de êrişên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê jî hate protesto kirin.

VÎLLÎERS LE BEL

Li banliyoyeya Vîllîers le Belê ya Parîsê jî çalakgerên TCŞ û TekoJIN’ê diyar kirin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê li qadan bin û berxwedana gerîla silav kirin.

Piştî xwendina belavokê çalakî bi dawî bû.