Çalakgerên Nobeta Azadiyê ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin
Li Strasboûrgê Nobeta Azadiyê 10 sal in didome. Koma nû çalakî wergirt û di hefteya 471’ê de li dijî tecrîd, dagirkerî û qirkirinê banga yekîtiya neteweyî kirin.
Li Strasboûrgê Nobeta Azadiyê 10 sal in didome. Koma nû çalakî wergirt û di hefteya 471’ê de li dijî tecrîd, dagirkerî û qirkirinê banga yekîtiya neteweyî kirin.
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û tecrîda li ser wî were rakirin Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin. Çalakî di sala 10’an de didome.
Çalakî di hefteya 471’an de didome û çalakgeran li dijî tecrîd, dagirkerî û qirkirinê banga yekîtiya neteweyî kirin.
Nûnerên saziyên bîr û baweriyê, çalakvanên TJK-E’yê, hevserokên NCDK’ê nobeta vê hefteyê wergirtin.
Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û Rêbertiya wê kirinên dermirovahiyê ketine meriyetê. Çalakvanan gotin “Li ser gelê Kurd qirkirineke mezin heye. Li hemberî dewleta Tirk a dagirker divê Kurd bi hev re têbikoşin. Divê tecrîd û êşkence bi dawî bibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û gelê Kurd statuya xwe bi dest bixe.”