EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li bajarên Ewropayê bi pêşengiya ciwanan çalakî hatin lidarxistin - HATE NÛKIRIN - I
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanya û Fransa daketin kolanan û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê şermezar kirin. -
Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Mannheîmê ye
Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Mannheîmê gelek broşur û pirtûk belav kirin. Pirtûkxaneyê her wiha fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şert û mercên tecrîdkirina wî jî dan nasîn. -
Li Lozanê çalakiya standê di meha 6’an de ye
Çalakiya standa li Lozanê di meha xwe ya 6’an de bi biryardarî didome. Îro li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ xebateke agahdarkirinê hat rêvebirin. -
Kurdistaniyên li Toronto û Marsîlyayê di çalakiyê de bûn
Kurdistaniyên ku li ser banga Meclîsa Kurd a Demokratîk a Torontoyê hatin cem hev, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê protesto kirin; Li Marsîlyayê jî ciwanan li dijî dagirkeriyê dosyayek pêşkêşî rojnameya La Provence kirin. -
Li Lîegeyê li dijî êrîşên dagirkirinê û xiyanetê mîtîng hate lidarxistin
Li bajarê Lîege yê Belçîkayê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê mîtîngek hate lidarxistin. -
Bêdengiya li dijî dagirkeriyê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî hate protestokirin
Çalakiya rûniştinê ya li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji aliyê Kurdistaniyan ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di meha 15’an de didome. -
Kurdên li Fînlandiyayê li ber dagirkeriyê rabûn
Kurdên li Fînlandiyayê tevî dostên xwe daketin qadan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re şermezar kirin. -
Ciwanên Kurd li Londonê li ber Nûnertiya PDK'ê çalakî kirin
Li paytexta Îngilistan Londonê, ciwanan li dijî dagirkeriyê li pêşiya Nûnertiya PDK'ê çalakî lidar xistin. Çalakî dewam dike. -
KNK: Divê PDK dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne
Hevserokên KNK’ê Ehmed Karamûs û Zeyneb Murad têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan û bang li PDK’ê kirin ku di zûtirîn dem de hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bi dawî bike. -
Li Ewropa çalakiyên li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyanetê didom in
Bi hezaran Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK'ê li ser piyan e. -
Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Saarbruckenê ye
Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Saarbruckenê bi gel re hat ba hev. -
Kurdistanî li Lîmasolê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Kurdistanî li bajarê Lîmasolê li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk gotin, "Roj roja serhildan û parastina rûmetê ye." -
Êrîşa dagirkeriyê li Strasbourg û Osloyê hat şermezarkirin
Êrîşa dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dabûn destpêkirin, li bajarê Strasbourg ê Fransayê û li paytexta Norweçê Osloyê bi xwepêşandeke girseyî hat şermezarkirin. -
Li bajarên Hollandayê çalakiyên şermezarkirinê
Li Amsterdam, Den Haag û Arnhemê êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya pê re hatin şermezarkirin. -
Li bajarên Elmanyayê êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanyayê daketin kolanan û êrîşên dagirkirinê ên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê pêk tên şermezar kirin. -
Li Londonê polîsan êrîşî çalakiya Kurdistaniyan kir
Li Londonê polîsên Îngilîz êrîşî çalakgerên ku li dijî dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî lidar xistin kir. -
Çalakiyên li Ewropayê berdewamin: Li dijî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê biparêzin
Bi hezaran Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK'ê daketin qadan. -
Kurdistaniyên li Swîsreyê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarên Swîsreyê bi çalakiyê xwe li hemberî êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwedî li têkoşîna gerîla derketin. -
Ewropa li hemberî xiyanet û dagirkeriyê li ser piyan e
Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin. -
Li Ewropa êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê hatin şermezarkirin
Kurdên li welatên Ewropayê dijîn bi çalakiyan êrîşên dagirkirinê şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kirin. -
Şandeya Kurdan tevlê festîvala ciwanên Baskê bû
Şandeya enternasyonalîst a Kurd beşdarî festîvala ciwanan a li Baskê bû. -
Bang li Kurdên li Fransayê hate kirin ku dakevin qadan
Civaka Demokratîk a Kurd a li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) ji bo çalakiyên ku wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêne lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. -
Kurdên li Ewropayê li dijî dagirkeriyê dadikevin qadan -NÛ BÛ
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kurdên li Swîsre, Awûstûrya, Swêd û Danîmarkayê wê li gelek bajaran dakevin qadan. -
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Stûttgartê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê bi meşekê hatin şermezarkirin. -
Li Dusseldorfê dagirkerî hate şermezarkirin
Komek ji Kurdistanî li ber stasyona trenê ya navendî ya Dusseldorfê li hev civiyan û êrişên hevpar ên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.