Li Londonê polîsan êrîşî çalakiya Kurdistaniyan kir
Li Londonê polîsên Îngilîz êrîşî çalakgerên ku li dijî dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî lidar xistin kir.
Li Londonê polîsên Îngilîz êrîşî çalakgerên ku li dijî dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî lidar xistin kir.
Li paytext Londonê ya Îngilîstan li ser banga Meclîsa Gel a Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Îngilîstanê (TCŞ) bi sedan kes ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê li ber Pirtûkxaneya Wood Greenê li hev kom bûn. GÎK-DER, Partîzan, pêkhateyên Tdvgera Şoreşger a Yekgirtî û komek enternasyonalist piştgirî dane çalakiyê.
HÊRSA GEL MOHRA XWE LI MÎTÎNGÊ XIST
Di çalakiyê de bênavber dirûşmên "Bimre faşîzma TC'ê", "Bijî berxwedana gerîla" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin. Her wiha alên PKK, YPG, TCŞ, Partizan, ABDH'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Hêrsa li hemberî dagirkeriyê û xiyaneta PDK'ê mohra xwe li mîtîngê xist.
‘PKK HÊVÎ, BAWERÎ Û AZADIYA GELAN E‘
Ji Meclîsa Gel a Kurd Ercan Akbal, Yalçin Tetwan, Nûnerê KCDK-Başûr Heval Şivan û li ser navê TCŞ'ê Viyan Silêmanî di mîtîngê de axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku ew ê tu carî li ber dagirkeriya TC'ê serê xwe netewînin û ger ku PDK dibêje qey wê di xeta xiyanetê de encamê bigire xwe dixapîne. Di axaftinan de hate diyarkirin ku PKK hêvî, bawerî û azadiya gelan e û ew ê bi berxwedana xwe dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê têk bibe.
POLÎSAN ÊRÎŞ KIR
Piştî axaftinan girse ber bi Park Fînsburyê dest bi meşê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên "Bimre xiyanet, bimre dagirkeriya TC", "PKK gel e gel li vir e" berz kirin. Dema girse hat ber Turnpîke Lîneyê faşîstan hewldan provokasyonê derxin. Piştî ev provokasyon vala derket vê carê li Harîngeyê polîsan xwest ciwanan binçav bikin. Li ser vê yekê girse li pêşiya polîsan sekinîn û nehiştin ciwanan destgîr bikin. Li ser vê berxweda ê polîs dîn û har bûn û li ser girseyê teror meşand. Di encama êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn. Di nava wan de kedkarê Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka Renan Gundogdu jî hebû 5 kes hatin destgîrkirin. Piştî êrîşa polîsan girseyê rê li trafîqê girtin.