Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Saarbruckenê ye
Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Saarbruckenê bi gel re hat ba hev.
Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Saarbruckenê bi gel re hat ba hev.
Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê bi gel re hat ba hev. Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan bi ser navên “Abdullah Ocalan kî ye“ bi broşûr û pirtûkên bi zimanê Elmanî û Îngilîzî tê nasandin.
Pirtûkxaneya Gerok rastî eleqeyek mezin a gel hat. Her wiha her ku diçe fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê belav dibe.
Pirtûkxaneya ku ev du hefte ye li gelek bajarên başûrê Almanyayê geriyan, roja Çarşemê wê li Mannheim, roja Pêncşemê li Darmstadt û roja Înê li Frankfûrtê be.