Şandeya Kurdan tevlê festîvala ciwanên Baskê bû

Şandeya enternasyonalîst a Kurd beşdarî festîvala ciwanan a li Baskê bû.

Nûnerên Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Ciwanên Rojava û Akademiya Modernîteya Demokratîk tevlî festîvala ciwanan a li Baskê bûn.

Gazte Martxa- Meşa Ciwanan li welatê Baskê hat lidarxistin.

Kevneşopiya Gazte Martxa vedigere salên 1980’an û ji wê demê ve ji hêla ciwanên Bask ên çepgir ve di têkoşîna xwe ya serxwebûnê de li welatê xwe tê rêvebirin. Îro festîval ji aliyê rêxistina ciwanan a partiya serbixwe ya Baskî ya çep Sortû, ku piştî hilweşandina ETA ya çekdar (Eûskadî Ta Askatasûna - "Welatê Baskê û Azadî"), niha dixwaze riya parlamentoyê bigire pêşiya xwe, tê organîzekirin. Rêxistinên Sosyalîst ên li welatê Baskê, heyetên ciwanan ên ji derve û her wiha ciwanên Bask hatin vexwendin.

Mijara navendî ya merasîma îsal li ser 500’emîn salvegera perçebûna Kiraliyeta Bask a Navarra ya ji hêla Kraliyeta Kastîlya (Spanyol) ve ye. Bi vê minasebetê zêdetirî 1500 ciwan hatin nav çiyayên ku wê demê şer lê diqewime, cihê ku şervanên Bask heta dawî li dijî dagirkeran li ber xwe dabûn.

Di roja duyemîn de jî meş berdewam kir û gihişt bajarê Elîzondo. Bernameyeke ku pêkhatibû ji konferansên siyasî, panel û konserê hatin lidarxistin. Roja din, Yekşema Paskalyayê, hemwext bi cejna neteweyî ya Baskê re, ciwan ji bo xwepêşandana navendî ya ku wê li nava bajêr re derbas bibe, bi hev re meşiyan bajarê Irûna.

Festîval bi şandeyên ciwanan ên ji Katalonya, Galîsya, Îrlanda, Sahraya Rojava û Kurdistanê re, şêweyeke navneteweyî li xwe girt û bû cihê tora tevgerên cûr bi cûr ên ciwanan ên li dijî mêtingeriyê. Bi pevguhertina ramanan a li ser têkoşînên pêywendîdar re di têkoşîna antî-kapîtalîst a li dijî emperyalîzma global de, hişmendiya hevpar a dîrokê derket pêş. Hat pejirandin ku di pêşerojê de hêzên heyî werin cem hev û li ser esasê hevgirtina enternasyonalîst li ser projeyên hevpar tevbigerin.”